Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêketina korona gihîstiye lutkeyê: 42 kesên din mirin

30 tebax 2020 23:30
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêketina korona gihîstiye lutkeyê: 42 kesên din mirin

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca amarên 24 saetên borî yên vîrusa koronayê ragihandin.

Li gorî wan amaran di 24 saetên borî de, 1,482 kesên din li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi vîrusê ketine û 42 kesan jî ji nexweşiyê can daye.

Li seranserê Tirkiyê li gorî amarên fermî 268 hezar û 546 kes bi vîrusa korona ketine, 6 hezar û 326 kes pê mirine û 243 hezar û 839 kes jî baş bûne.

Hêjayî gotinê ye, di van demên dawî de bi taybet li bajarên Bakurê Kurdistanê belavbûna vîrusa koronayê gihîştiye lutkeyê ku berevajî hejmarên wezaretê Odeyên Pizîşkan didin xuyakirin, cî di nexweşxaneyan de nemaye û hejmara pêketî û miriyan jî yên têne eşkerekirin gelekî zêdetir e.