Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 255 kesên din ji koronayê mirin
30 tebax 2021 01:17
PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê tabloya rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.
Li gorî tabloya 29ê Tebaxê di nav 24 saetên borî de, li Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê 255 kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye û 17 hezar û 332 pêketiyên nû hatine tomarkirin.
Wezareta Tenduristiya Tirkiyê di tabloyê de diyar kir, 286 hezar û 425 test hatine kirin û 255 kesan jiyana xwe ji dest dane û 17 hezar û 332 pêketiyên nû jî hatine tomarkirin.
Herwiha hat eşkerekirin ku 11 hezar û 396 nexweşên koronayê jî baş bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 196 kesên din ji ber koronayê mirin
10 cot 2021
Cîhan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 195 kesên din bi koronayê can dan
24 cot 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin