Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 75 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

01 mijdar 2020 03:01
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 75 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan

PeyamaKurd – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawî de, 75 kesên din ji ber vîrusa Koronayê can dan.

Li gorî amarên dawî yên Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca belav kir, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di rojekê de 2,213 kesên din bi Koronayê ketin û 75 kesan can dan.

Herwiha li gor amarên hatine belavkirin, di 24 saetan de 1,506 kes jî ji wê vîrusê baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 375,367 kes bi Koronayê ketine, 10,252 kesan can dane û 323,971 kes jî baş bûne.