Li Tirkiyê û Bakur 109 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di heyama rojekê de 109 kesên din bi vîrusa koronayê canê xwe ji dest dan û hejmara qurbaniyan gihişt 2600 kesan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawîn yên qurbanî û pêketiyên vîrusa koronaya nû (Covid-19) belav kirin. Li gor amarên hatine belavkirin, di heyama 24 demjimêran de 109 kesên din bi vîrusa koronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û 3122 pêketiyên din ên koronayê hatine tomarkirin.
Herwiha hatiye belavkirin ku di heyama rojekê de 3246 pêketiyên koronayê jî piştî wergirtina çareseriya pizîşkî baş bûne.
Li gel dawîn amaran, hejmara qurbaniyên koronayê gihişt 2600 kesan û hejmara pêketiyan jî bû 104 hezar û 912 kes. Hejmara nexweşên ku ji vê vîrusê rizgar bûne jî gihişt 21 hezar 737 kesan.
Li seranserê cîhanê jî hejmara kesên ji ber vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) mirine ji 190 hezarî derbas bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin