Li Tirkiyê biryara desteserkirina 214 kesan hat dayîn
PeyamaKurd – Li Tirkiyê, bi tohmeta endamtiya Cemaeta Fethullah Gulen, biryara desteserkirina 214 kesan hat dayîn.
Li gor zanyariyan,li 41 bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Qibrisa Bakur, hêzên emnî yên Tirkiyê bi serpereştiya Serdozgeriya Îzmîrê, bi tohmeta endamtiya Cemaeta Fethullah Gulen ji bo girtina 214 kesan dest bi operasyonê kirin.
Herwiha li gor medyaya Tirkiyê, Tîmên Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Parêzgeha Îzmîrê, ji bo desteserkirina 214 kesan, li Îzmîr û 40 parêzgehên din û Qibrisa Bakur bi awayekî hevdem operasyona ku navenda wê Îzmîr e, dan destpêkirin.
Hat destnîşankirin, ji 214 kesan 69, di arteşa Tirkiyê de serbaz in û 145 jî xwendekarên dibistana serbaziyê bûne ku piştî derbeya 2016an ji dibistanan hatine avêtin.
Operasyon vê sibê zû destpê kiriye, lê heta niha nehatiye eşkerekirin ku ji wan 214 kesan çend kes hatine girtin.
Tirkiye, Cemaeta Gulen bi hewla darbeya 15 Tîrmeha 2016an tohmetbar dike, lê Fethullah Gulen vê yekê red dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin