Li Tirkiyê 45 koçberên neyasayî desteser kirin
16 hezîran 2022 15:09
PeyamaKurd – Fermandariya Ewlehiya Peravan a Muglayê li navçeya Bodrum a ser bi bajarê Muglayê yê Tirkiye, 45 koçberên neyasayî desteser kirin.
Fermandariya Ewlehiya Peravan a Muglayê eşkere kir, ew hatine agahdarkirin ku li navçeya Bodrumê di belemeke di nav deryayê de hejmareke koçber hatine ditîn û piştî agahdarkirinê tîmên wan çûne navçeyê û 28 koçberên di nav belemê de destser kirine.
Hat zanîn heman tîmê li devereke din a navçeya Bodrumê jî di nav deryayê de belemeke lastîkî ya koçberan dîtine û 17 koçberên di wê belemê de jî desteser kirine û piştî ku îfadeya wan hatiye girtin, ew şandine Navenda Koç û Koçberan a Muglayê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li çend bajarokên Îzmîrê 344 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
27 trm 2021
Cîhan
Wan | Hêzên ewlekariyê 24 koçberên neyasayî desteser kirin
08 hzr 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin