Li çend bajarokên Îzmîrê 344 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Hêzên Fermandariya Ewlekariya Peravan, li çend bajarokên parêzgeha Izmîrê, di nav sînorê avî yê Tirkiyê de 344 koçberên neyasayî hatin desteserkirin. Herwiha 2 kes jî bi gumana ku qeçaxçîtiya koçberan dikin, hatin desteserkirin.
Li gor Fermandariya Ewlekariya Peravan li Tirkiyê diyar kir, di navbera 17 û 20ê Tîrmehê (Temûz) de li peravên bajarokê Dikili 142 koçber hatine rizgarkirin. Di navbera 16-17ê Tîrmehê de jî li peravên Ozdere ser bi bajarokê Menderesê ve di nav belemeke lastîkî de 35 koçber ji aliyê hêzên ewlekariya peravan ve hatine rizgarkirin.
Li bajarokê Seferihisar jî 19ê Tîrmehê di saetên cuda de 100 koçber hatine rizgarkirin û 2 kes jî bi gumana ku qaçaxçîtiya koçberan dikin hatine desteserkirin.
Li peravên Çeşmeyê jî 20ê Tîrmehê saet derdora 06.30an 67 koçber ji aliyê hêzên ewlekariya peravan ve hatine rizgarkirin ku di nav deryayê de asê mabûn.
Fermandariya Ewlekariya Peravan li Tirkiyê daye zanîn, bi giştî 344 koçberên ku bo bejahiyê hatin veguhestin, piştî karûbarên yasayî radestî Rêveberiya Koçê ya Bajêr hatin kirin. Lê derbarê nasnameya koçberan de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin