Li Îzmîrê 98 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
27 sibat 2020 14:27
PeyamaKurd – Li navçeyên Çeşme û Seferîhîsar ên ser bi bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê ve, 98 koçberên neyasayî ji aliyê Tîmên Ewlekariyê ve hatin desteserkirin.
Duh bi şev li Seferîhîsarê hejmareke koçberên neyasayî hatin desteserkirin ku 55 ji wan sûriyeyî, 5 filistînî û yek jî ji misirî, bi tevahî 61 kes bûn.
Heman rojê saet 03.05ê sibehê li Çeşmeyê jî hejmarek koçber hatin desteserkirin ku 22 kes xelkên Somaliyê, 20 ji Kongo û 5 kes jî xelkên Sûriyê bûn.
98 koçberên nesayî yên hatin desteserkirin piştî kontrolên pizîşkî û nasnameyan birin Navenda Koçberiyê ya Bajarê Îzmîrê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Silêmaniye | 43 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
18 nsn 2022
Cîhan
Wan | 17 koçberên neyasayî yên Afxan hatin desteserkirin
15 mjd 2021
Jiyan
Li çend bajarokên Îzmîrê 344 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
27 trm 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin