Li Tirkiyê 2 bijîskên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
PeyamaKurd - Li Tirkiyê du bijîşkên din bi koronaya nifşê nû (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan ku yek li Stenbolê û yê din jî li Denîzliyê bûye.
Odeya Bijîşkên a Tirkiyê (TTB) ragihandiye, li Stenbolê Dr. Yavuz Kalayci ku li Navenda Tendirûstî ya Malbatê ya Nîşanca kar dikir û li Denizlî jî Urolog Opr. Dr. Cemal Ozkan ê 74 salî bi vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Odeya Bijîşkên Stenbolê (ITB) diyar kir, Dr. Yavuz Kalayci ku li Navenda Tendirûstî ya Malbatê ya Nîşanca kar dikir, canê xwe ji dest daye.
Li bajarê Denîzlî yê Tirkiyê jî Ûrolog Opr. Dr. Cemal Ozkan 74 salî ku li nexweşxaneya dihat dermankirin ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest da. Dr. Ozkan xanenişîn bû û berî 20 rojan dema nexweş ketibû li Nexweşxaneya Dewletê ya Denîzlî hatibû razandin.
Li gorî amarên dawiyê, li Tirkiyê bi zêdebûna 3 hezar û 977 haletên nû re hejmara giştî ya tûşbûyan gihîşt 86 hezar û 306 kesan. Hejmara kesên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê can dane jî bi mirina 127 kesên din re gihîştiye 2 hezar û 17 kesan. Li gorî daneyên fermî li Çînê heta niha 82 hezar û 735 kes bi vîrusê ketine ku Tirkiye rêzekî bi ser Çînê ketiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin