Li Tehranê depoyên petrolê hatin bombebarankirin
Hate ragihandin ku piştî êrîşên li ser depoyên petrolê yên li Tehranê, li hin deveran şewatên mezin derketin. Wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin, pêtên ku ji depoyan bilind dibûn nîşan didan.
RûpelNews - Hat ragihandin ku li Tehranê piştî êrîşên li ser depoyên petrolê, li van depoyan şewat derket. Wêneyên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin, pêtên agir ên ku ji depoyên petrolê hildikişiyan nîşan didan, ji deverên dûr ên bajêr jî dihatin dîtin.
Hatuçûnê bi awayekî neyînî bandor dît
Hate ragihandin ku li taxa Cennet Abad a li bakurê rojavayê bajêr, li derdora Kolana Kulsar, pêtên dijwar bilind dibûn û ji ber şewatê hatuçûn li herêmê bi awayekî neyînî bandor dît.
Sê depoyên petrolê bûn armanc
Berpirsekî nenas ji Wezareta Petrolê ya Îranê, di axaftina xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Farsê re, piştrast kir ku di êrîşan de bi giştî sê depoyên petrolê li Tehran û Karajê bûn armanc.
Şîrketa Neteweyî ya Paqijkirin û Belavkirina Petrolê ya Îranê ragihand ku li depoyên petrolê yên ku hatine armanckirin ji berê ve hilberîn daxistibûn asta herî nizm û dabînkirina petrolê ji çavkaniyên cuda tê dabînkirin.
Şer gur dibe
Îsraîl û Amerîkayê di 28ê Sibatê de êrîşên leşkerî birin ser Îranê. Îranê jî, di berdêla vê de, ne tenê Îsraîl, lê herwiha hin welatên herêmî yên ku baregehên Amerîkayê lê hene, kirin armanc. Şerê li Rojhilata Naverast roj bi oj gur dibe û heta niha jî ji hewlên dşplomasiyê ti encam nehatiye girtin.
