Li Swîsreyê 'Foruma Kurdînasiyê ya Navneteweyî' tê lidarxistin

10 tîrmeh 2026 09:08

Akademiya Cûdî di çarçoveya xebatên xwe yên zanistî de amadekariyên ji bo "Foruma Kurdînasiyê ya Navneteweyî" temam dike.

Li Swîsreyê 'Foruma Kurdînasiyê ya Navneteweyî' tê lidarxistin

RûpelNews - Tê çaverêkirin ev çalakiya ku dê bibe navendeke girîng a dan û standinên akademîk, di navbera 10 û 12ê Tîrmeha 2026an de dê li Lenkê ya bajarê Bernê yê Swîsreyê were lidarxistin.

Kampa Havînê ya Akademîk

Foruma ku bi dirûşma "Di Rewşa Nû ya Dinyayê de, Xebatên Kurdînasiyê: Ziman, Nasname, Siyaset û Pêwendiyên Navneteweyî" tê organîzekirin, ji çarçoveyên hişk ên kongre û konferansên klasîk dûr e.

Ev çalakî wekî "Kampa Havînê" hatiye sêwirandin da ku kûrahiya akademîk bi dewlemendiya çandî û atmosfereke germ re bike yek.

Koordînatorê Forumê Fethî Kaya di daxuyaniya xwe de bal kişand ser vê taybetmendiyê û got:
"Em dixwazin rûbereke wisa ava bikin ku beşdar hem gotûbêjên zanistî bikin û hem jî derfeta tecrubekirina çand, muzîk, xwarin û govenda Kurdan bi dest bixin."

Kadroya Akademîk a Navneteweyî

Di forumê de 16 Kurdologên biyanî yên ji 10 welatên cuda amade dibin.
Di roja duyem a çalakiyê de, çar rûniştinên sereke bi beşdariya pisporên cîhanî tên lidarxistin:

Rûniştina Yekem (Metodolojî): Li ser rewşa Kurdînasiyê ya li cîhanê û zehmetiyên metodolojîk. (Moderator: Prof. Dr. Michael Chyet)

Rûniştina Duyem (Jeopolîtîk): Piştî rûdanên li Rojhilata Navîn, rewşa Kurdan û Kurdistanê. (Moderator: Doç. Dr. Boris James)

Rûniştina Sêyem (Ziman): Nîqaşên li ser standardkirina zimanê Kurdî û pirsgirêkên siyasî. (Moderator: Prof. Dr. Katharina Brizić)

Rûniştina Çarem (Nasname): Diyaspora, ziman û perspektîfên derveyî welat ên li ser civakên Kurd. (Moderator: Prof. Dr. Ofra Bengio)

Stratejiyên paşerojê û torên hevkariyê

Roja dawî ya forumê (12ê Tîrmehê) dê bi "maseya gilover" ya bi moderatoriya Dr. Janroj Yılmaz Keleş bi dawî bibe.

Di vê rûniştinê de plankirina projeyên hevbeş, avakirina torên akademîk û ajendayên lêkolînên paşerojê tên nîqaşkirin.

Di merasîma girtinê de, ji bo xebatên akademîk ên li ser ziman û çanda Kurdî, dê rêz li beşdaran were girtin û plaket werin dayîn.

Rêyên têkiliyê

Akademiya Cûdî ya ku di bin sîbana Federasyona Komeleyên Mala Kurdan de dixebite, ji bo akademîsyen, lêkolîner û rewşenbîran platformeke serbixwe pêşkêş dike.
Kesên ku dixwazin agahiyên berfirehtir derbarê bernameyê de bistînin, dikarin bi rêya navnîşana e-posteya jêrîn têkiliyê deynin: cudiakademi@gmail.com (Rûdaw)