Li Sûriyê çekdarên ser bi Îranê ve 16 sivan kustin
PeyamaKurd – Li Sûriyê, îro çekdarên ser bi Îranê yên li gel rejîma Sûriyê şer dikin, komkujiyek li beyabana Hemayê pêk anîn, 16 şivan kuştin û birîndar kirin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) îro roja Çarşemê di 30.09.2020an de ragihand, li beyabana Hemayê, dema şivanan pezên xwe diçêrandin, çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve gule li wan reşandin.
Herwiha di raportekê de SOHRê daye zanîn, di encamê de 9 şivan hatin kuştin û 7 şivan jî birîndar bûn. Rewşa birîndaran giran e.
Çekdarên ser bi Îranê ve, gelek carên din jî bi vî rengî êrîşî şivanên li beyabana Sûriyê kirine . Di 16ê Tebaxa borî jî, çekdaran 4 şivan li rojhilatê Reqayê kuştibûn û pezên wan dizîbûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin