Li Sûrên Diyarbekirê hestiyên 3 mirovan hatin dîtin

18 îlon 2020 22:55
Li Sûrên Diyarbekirê hestiyên 3 mirovan hatin dîtin

PeyamaKurd – Di xebatên restorasyona Birc û Sûrên Diyarbekirê ya karker û arkeologan de hestiyên 3 mirovan hatin dîtin. Lê hîn diyar nebûye bê ew hestiyên kîjan serdemê ne.

De xebatên restorasyona Birc û Sûrên Diyarbekirê Karker û grkeologan di restorasyonê de hestiyên 3 mirovan dîtin. 

Parêzgariya Diyarbekirê li ser mijarê daxuyanî da û ragihand, di xebatên restorasyonê de hestiyên mirovan hatine dîtin.

Hat diyarkirin, midûriyeta muzexaneyan arkeolog wezîfedar kirine û li ser dîtina hestiyên 3 mirovan li Birca Heft Xwişkan lêkolîn hatiye destpêkirin.