Li Sûdanê ji ber baran û lehiyê 32 kes mirin
06 tebax 2024 02:58
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Port Sûdanê ragihand ku ji meha Hezîranê heya niha li 7 eyaletên Sûdanê bi sedema baran û rabûna lehiyê 32 kes mirine û 107 kes birîndar bûne.
Li Sûdanê, her sal di navbera meha Temmûzê û Cotmehê de, ji ber baran zêde dibare û lehî radibe, ji sed kesan zêdetir xelk dimre, bi deh hezarî xanî xerab dibin, kargeh û araziyê çandiniyê zerarê dibînin. Li ser bobelata vê havînê, rêvebirê rewşa lezgîn yê wezareta tenduristiyê Muhammed Mahmud got:
“Ji 18 eyaletên me 7 eyalet di vê demsalê de bandora xwe ji baran û lehiyê girt. 32 mirî û 107 birîndarên me hene. 5 hezar û 575 xanî bi temamî an qismen hilweşiyan.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Baran bû sedema rabûna lehiyê û heza erdê û di hezê de 20 kes mirin
29 mjd 2024
Jiyan
Li bakûrê Hindistanê ji ber baran û lehiyê 20 kes mirin
12 tbx 2024
Koçber
Li Sûdanê rewsa kolerayê xerabe: 30.880 bûyer û 887 kes jî mirin
05 mjd 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin