Li Stenbolê rêveber jî di nav de gelek HDPyî hatin desteserkirin

23 tebax 2019 13:37
Li Stenbolê rêveber jî di nav de gelek HDPyî hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li Stenbolê duh nîvê şevê li dijî rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan operasyonên desteserkirinê pêk hatin. Di encama operasyonan de rêveber jî di nav de gleek HDPyî hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên berdest, polîsên tirk ên duh bi şev li navçeyên Pendik, Bayrampaşa, Beşiktaşê bi ser malen hevserokên wan navçeyan operasyon pêk anîn. Di serdegirtinan de Hevserokên HDPê yên Pendîk û Bayrampaşayê hatin desteserkirin.

Hevserokê HDPê yê Beşîktaşê jî ji ber ku ne li malê bû nehate desteserkirin. Tê gotin ku polîsên tirk her wiha avêtin ser malên rêveberên HDPe yên Stenbolê jî.

Kesên ku heta niha hatine binçavkirin û navên wan aşkera bûne ev in: Çetîn Aslanboga, Orhan Turker, Nedim Genç, Aydin Kiliçdere, Furkan Akinci, Ali Kadir Guler, Birkan Polat û rojnamevan Taylan Oztaş.

Ji aliye din ve hêjayî gotinê ye ku ji sed kesên ku di dema şermezarkirina danîn qeyûman li Amedê hatibûn desteserkirin, 13 ji wan serbest hatin berdan.