Li Stenbolê operasyona DAISê: 16 kes hatin desteserkirin

13 gulan 2022 15:56
Li Stenbolê operasyona DAISê: 16 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Stenbolê li dijî çalakiyên rêxistina terorê ya DAIŞê operasyonek hat lidarxistin û di encamê de 16 kes hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, li dijî kesên ku pêwendiya wan bi deverên şer û pevçûnê heye, an beriya niha li deverên şer û pevçûnê bûne, kesên ku bi rêya medyaya civakî propaganda dikin, li alîkariya maddî û lojîstîk digerin, bi îdiaya ku li Stenbolê çalakiyên xwe didomînin, operasyon hat lidarxistin.

Hat ragihandin, li 9 navçeyên Stenbolê, di saet 06:00an de, li dijî 13 navnîşanan operasyonên hevdem hatin pêkanîn û 16 kes hatin desteserkirin.