Li Stenbolê 32 kes di çarçoveya operasyona li dijî DAISê de hatin desteserkirin
23 hezîran 2021 13:28
PeyamaKurd – Li Stenbolê, di operasyona li dijî DAIŞê de, 32 gumanbar hatin desteserkirin.
Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê, di çarçoveya xebatên xwe yên tespîtkirin û deşîfrekirina kesên bi DAIŞ re ku pêwendiya wan heye û bi herêmên pevçûnê re têkildar in, navend Stenbol û parêzgehên Aydin û Sêwas jî di nav de li 39 navnîşanan operasyonên hevdem pêk anîn.
Li gor hat eşkerekirin, di encama operasyonên ku polîsên tevgera taybet jî beşdar bûne, 32 gumanbar hatine desteserkirin.
Herwiha lêpirsina kesên hatine desteserkirin berdewam e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Stenbolê operasyona li dijî DAISê: 48 gumanbar hatin girtin
06 nsn 2024
Cîhan
HSDê li ser operasyona li dijî DAISê ya li Reqayê daxuyanî da!
23 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin