Li Stenbolê, Festîvala 5emîn a ‘Kurd Boregî’ tê lidarxistin
PeyamaKurd-Li Stenbolê, amadekariya Festîvala 5emîn a ‘Kurd Boregî’ ango ‘Borekê Kurdan’ tê lidarxistin. Hat ragihandin ku festîval ji aliyê Komeleya KAYY-DERê ve tê lidarxistin û dê di 29ê Gulanê de dest pê bike. Hat eşkerekirin ku armanca vê festîvalê, xwedîderketina li navê vê cureya xwarina Kurdan e.
Ji aliyê Komeleya KAYY-DERê ve Festîvala Kurd Boregî ya 5emîn, îsal dê di meha Gulanê de were lidarxistin. Rayedarên Komeleyê da zanîn ku ev cure borek, ji çanda xwarina Kurdan tê û ew, wekî komele; xwedî li vê xwarinê derdikevin. Rayedarên komeleyê, di derbarê girîngiya festîvalê de daxuyaniyek da û gotin ku “Ev cure borek, aîdê herêma Çewligê ye û gundiyê me yê bi navê Rengo Mimemed, vê xwarina herêma me ya ku aîdê Gundê Bilêcê yê Çewligê ye, belav kir lê ji ber polîtîkayên pişaftinê, navê borekê me diguherînin û dixwazin ji aîdiyeta Kurdan dûr bikin.”
Di derbarê festîvalê de jî agahî hatin dayîn û hat ragihandin ku festîval dê roja 29ê Gulanê, li Qada Taşdelen Mesire ya Çekmekoyê; saet di 09:00an de bi belavkirina borekê germ û çayê dest pê bike û festîval dê di çarçoveya seyranê de were rêvebirin. Hat zanîn ku dê saet di 11:00an de jî hunermendên Kurd û komên muzîkê derkevin ser dikê. Armanca festîvalê jî wisa hat diyarkirin ku Kurd li çanda xwe xwedî derkevin û çand û destkeftiyên xwe jî bi xelkê bidin naskirin.
Di salên 1800î de welatiyên ku ji Çewligê ji bo xebatê hatine Stenbolê, xwarinên xwe yên herêmî derbasî qada bazirganiyê kirine û ev cure nanê şîrîn ê ku wekî ‘Kurd Boregî’ navdar bûye, li seranserê bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nav û dengê xwe belav kiriye. Lê ji qada Tirkiyeyê ev nav nayê qebûlkirin û wekî ku ev cure borek aîdê çanda Tirkan be û navê wê jî ‘Kut Boregî’ be, tevdigerin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin