Li Stenbolê agir bi depoyeke mezin a lojîstîkê ket

06 tebax 2021 18:36
Li Stenbolê agir bi depoyeke mezin a lojîstîkê ket

PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê li navçeya Esenyurtê agir bi depoya kargeheke lojîstîkê ket ku gelek deverên bajêr di bin duxanê de man.

Hat diyarkirin ku îro Înê danê nîvro agir bi depoya lojîstîkê ya kargeheke li navçeya Esenyurt a Stenbolê ketiye û tîmên agirvemirandinê hewil didin şewatê kontrol bikin.

Li gorî zanyariyan di kargehedê teqîn çêdibin û duxan li beşeke mezin a navçeyê jî belav bûye û heta bi kîlometreyan jî xuya dike.

Sedema derketina agir hîn nehatiye zanîn û hewlên bo vemirandinê dewam dikin.