Li Stenbolê 2 goristan ji mirinên Covid-19 re hatin amade kirin
26 adar 2020 23:53
PeyamaKurd – Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ku li gorî texmînan herî zêde nexweşên vîrusa korona lê hene, du goristan ji bo nexweşên ji Covid-19 wefat bikin hatin amadekirin.
Li gorî zanyariyan yek ji goristanan li devera Kilyos û goristana din a hatiye amadekirin jî li Beykoz a Stenbolê ye.
Niştecihên wan taxên nêzîkî goristanan bertek nîşanî vê biryarê dan ku gelekî nêzîkî malên wan karê spartina axê ya miriyên vîrusa korona tê kirin û ev jî ji bo tûşbûna wan dibe metirsiyek.
Tê ragihandin ku heta niha hejmarek miriyên ji vîrusê li wan goristanan di bin tedbîrên ewlekariyê de hatine definkirin ku xebatên maşîneyên kar bo vekolana mezelan jî têne dîtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin