Li Stenbolê 16 HDPyî hatin girtin

16 tîrmeh 2018 04:51
Li Stenbolê 16 HDPyî hatin girtin

PeyamaKurd - Hêzên ewlekariya Tirkiyê li Stenbolê 16 endam û rêveberên HDPê binçav kirin.

Polîs û hêzên operasyonên taybet yên Stenbolê li navçeya Sancaktepe êriş birin ser avahiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP).

Hat ragihandin, di operasyonê de Hevseroka Şaxa Sancaktepeyê ya HDPê Îlknûr Yusufoglu tevî 15 rêveber û endamên wê partiyê hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin, hin kesan agahî dane polîsan ku di avahiya HDPê de wêne û posterên qedexe hene û li ser vê yekê operasyon hatiye encamdan.