Li Somaliyê balafireke ku tê de pêdiviyên mirovî hebûn ket: 6 kes mirin

05 gulan 2020 13:23
Li Somaliyê balafireke ku tê de pêdiviyên mirovî hebûn ket: 6 kes mirin

PeyamaKurd - Li bakurê Somaliyê balafireke ku tê de pêdiviyên mirovî hebûn ket û di encamê de bi kêmanî 6 kes mirin.

Li gorî medya Somaliyê balafireke Şirketa Hewageriyê ya African ku tê de pêdiviyên mirovî hebûn li herêma başur a wî welatî ket.

Reuters ku xwe dispêrê çavkaniyeke berpirsyar ragihand ku di qezayê de 7 kes mirine. Wî berpirsî piştrast kir ku di qezayê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û barê balafirê pêdiviyên mirovî bûn.

Derheqê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.