Li Şirnexê tirimbêlê qeza kir: 2 xortan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Basa ya Şirnexê tirimbêla ku 4 kes tê da bûn qeza kir, ji girekî ber bi jêr ve gêr bû. Di qezayê de 2 xortan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.
|
Türkçe
RûpelNews - Tirimbêla ku li nêzî gundekî ser navçeya Basa ya li Şirnexê, ji nişka ve ji rê derket û ji cihê bilind ber bi jêr ve gêr bû. Tîmên hawarçûnê ji bo cihê bûyerê hatin şandin.
Di encama qezayê de 4 kesên di wesayîtê de bi giranî birîndar bûn. Piştî dermankirina destpêkê ya ji aliyê tîmên tenduristiyê ve li cihê bûyerê, birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyên herêmê.
Ji birîndaran 2 kesên yek 16 û yek jî 20 salî bûn li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, 2 kesên birîndar jî tên dermankirin.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (DHA)
