Li Silêmaniyê cenazeyê jineke temen 22 salî hat dîtin

13 berfanbar 2021 13:29
Li Silêmaniyê cenazeyê jineke temen 22 salî hat dîtin

PeyamaKurd – Li Silêmaniyê, cenazeyê jineke temen 22 salî ku bi guleyan hatiye kuştin, nêzîkî goristana Bekreco hat dîtin.

Li gor zanyariyan, îro 13.12.2021ê cenazeyê jineke temen 22 salî nêzîkî goristana Bekreco hat dîtin ku şûna guleyan di bedena wê de hebûn.

Herwiha cenazeyê wê jinê rakirine bijîşkê dadî yê Silêmaniyê û ji aliyê saziyên ewlehiyê ve lêkolîn li ser bûyerê hatiye destpêkirin.