Li Silêmaniyê 335 kesên Korona derbas kirine xwîna xwe bo peketiyên nû dan
PeyamaKurd - Li gor zanyariyên dawî, heta niha 335 kes ji Koronayê baş bûne û plazmaya xwîna xwe ji bo tedawiya kesên bi Koronayê dikevin bikarbê dane.
Berdevkê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Yad Neqişebendî ragihand, heta niha 335 kes li Silêmaniyê Korona derbas kirine û plazmaya xwîna xwe dane pêketiyên din.
Herwiha Dr. Yad Neqişbendî got, ‘‘Yek plazma, dikare ji bo 3 nexweşan bikar bê.’’
Berî vê jî Cîgirê Rêvebirê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Hîwa Beşîr ragihandibû, ji niha pê ve awayê dana plazmayê diguhêrin, ku pêştir her kesekî dida kesekî, lê niha dikarin yek plazmayê bidin 3 kesan, bi vî awayî karê wan ji bo çareserkirina pêketiyan hêsantir dibe.
Berdevkê Tenduristiya Silêmaniyê ragihand, şeva borî kesekî din ji ber Koronayê can da.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin