Li Silêmaniyê 17 endamên DEAS ê hatin girtin

24 tebax 2022 03:01
Li Silêmaniyê 17 endamên DEAS ê hatin girtin

PeyamaKurd – Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku 17 kesên bi rêxistina terorê ya DEAŞ ê re di nav têkiliyan de ne hatine desteserkirin. Rêvebiriya asayîşê piştî agahdar bûye ku gumanbar wê bikevin nav tevgerê, wan şopandine û asayiş dest bi operasyonê kiriye. 17 kes li Silêmaniyê, Çemçemal, Tekye û Barega hatine girtin.

Di daxwuyaniya asayîşê de hat gotin ku DEAŞ 2 grûb bûne û grûba yekem plan kiriye ku hinek serpereştên hêzên Pêşmerge û serpereştên ayînî bikujin. Grûb, di ser tora medyayê de parastina belavbûna fikra DEAŞ ê kirine û rêbaza wan parastine û 7 kes bûne. Heman grûb plan kiriye ku Waiz Fatih Şaristinî û serpereştên Pêşmergeyan bikujin. Her weha plan kirine ku êrîşên bombeyî bibin ser baregehên gelek partiyan.

Ji terorîstên DEAŞ ê yên li pêş Akam Bahaddîn bi hinek endamên din re xwestine ku Waiz Fatîh Şaristinî û zabitên Pêşmerga li sûka Silêmaniyê bikujin û birevin lê hêzên asayîşê wan bi sîlih û pereyên wan ve, di wexta ku wê çalakiya xwe bikirina girtine.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di wexta girtina wan de şer derketiye û di şer de kesekî hemwelatî yê bi navê Ahmed Şewket jiyana xwe ji dest daye û DEAŞ î hatine desteserkirin.

Grûba 2 em ya ku bi vê grûbê re têkildar bûye, li navça Çemçemalê û Tekyeyê tevgerên wan hatine şopandin û bi operasyonekî tev hatine girtin.