Li Silêmanî partiyeke nû hat avakirin: PDD

29 nîsan 2019 20:17
Li Silêmanî partiyeke nû hat avakirin: PDD

PeyamaKurd - Li bajarê Silêmaniyê yê herêma Kurdistanê partiyek bi navê Partiya Demokrasî û Dadperweriyê (PDD) hat avakirin.

Hat zanîn endamê berê yê Partiya Hevpeymanî û Dadperwerî ya ji aliyê serokomarê niha yê Iraqê Berhem Salih ve hatibû avakirin, li Silêmaniyê partiyeke nû ava kiriye.

Li gorî nûçeya BasNewsê Serokê PDDê Dana Teyîb Menmî ye û derbarê partiya xwe de wiha gotiye:

“Me daxwaza mohleta kar ji hikûmeta Kurdistanê kiriye. Eger em partiya xwe bi fermî li ba hikûmetê bidin tomarkirin wê çaxê emê beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan jî bibin."

Dana Teyîb Menmî anî ziman ku ew dixwazin tevahiya hizr û bîrên cuda di bin banê PDDê de kom bikin û got, "Bi texmîna min derdora çend hezar endam û alîgirên me hene."