Li Serêkaniyê û Girê Spî xwepêşandan hatin kirin

02 rêbendan 2026 20:04

Li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatine dagirkirin,  li dijî gendelî, kêmbûna xizmetguzarî û qutbûna elektrîkê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li Serêkaniyê û Girê Spî xwepêşandan hatin kirin
Nivîskar: Salih Turan

EuronuNews- Hate ragihandin ku îro 2yê Çile bi dehan kesên xelkên bajarê Girê Spî û Serêkaniyê daketin kolanan û xwepêşandan li dar xistin.

Hate diyarkirin ku welatiyan daxwaza baştirkirina xizmetguzariyên wekî elektrîk, gaz û tenduristiyê kir.