Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine 30 milyon derbas kir
PeyamaKurd – Li tevahiya cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Korona 30 milyon derbas kir. Li gor agahiyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserî cîhanê 30,003,378 kes bi vîrusa Korona ketine.
Vîrusa Korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin, ku li wir 6,6 milyon kes bi vîrusa Korona ketine. Li dû Amerîka, bi 5 milyon pêketiyan zêdetir Hîndistan tê, li dû wê jî bi 4,4 mîlyon pêketiyan Brezîlya tê.
Ji ber vîrusa Korona li temamê cîhanê 942,989 kesan can dane.
Amerîka bi 197,554 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 134,106 mirinan Brezîlya tê.
Vîrusa Koronayê di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbasî dewletên din bûbû. Agahiyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin, ku li Çînê ji 90 hezaran zêdetir kes bi vîrusa Korona ketine û 4,736 kes bi wê can dane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin