Li seranserê Kurdistanê besa pasaportan vedikin

11 berfanbar 2019 03:31
Li seranserê Kurdistanê besa pasaportan vedikin

PeyamaKurd- Li navçeya Zaxo ya bi ser Duhokê de, îro beşa pasaportê ji aliyê wezîrê karên hundir yê Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat vekirin. Wezîr Rêber Ehmed di dema vekirina beşa pasaportê de weha got:

“Vekirina me ya beşa pasaportê ku me îro vekir, bi fermana serokwezîr Mesrûr Barzanî, di çarçoveya planên hukumeta me de çêbû. Em ê li gelek bajêr û navçeyên Kurdistanê, di çarçoveya bernama hukumetê de beşên pasaportan vekin.”

Rêber Ehmed ragihand ku piştî beşa pasaportê dê beşa îqamê jî li Zaxoyê vekin. Di dema merasima vekirina beşa pasaportê de ji wezareta karên hundir ya Iraqê nûnerekî, parêzgerê Duhokê Ferhad Ertoşî û di asta bilind de gelek kes amade bûn.

Li navçeyan niha tenha li Soran beşa pasportê vebûye û bo demên pêş wê li Koyê, Kelar û Ranyayê jî beş bên vekirin.