Li ser sînorê Sûriyê ser: Leskerek birîndar bû!
27 berfanbar 2024 12:33
PeyamaKurd – Artêşa Lubnanê ragihand ku di şer û pevçûnên ku di encama gulebarana çekdarên nenas de derketiye, li ser sînorê Sûriyê leşkerek birîndar bûye.
Artêşa Lubnanê doh ragihand ku kesên nenas ji aliyê Sûriyê ve li herêma Geliyê El-Eswed li nêzîkî bajarokên Yenta û Raşeya li ser sînorê Sûriyê gule berdane leşkerên Lubnanî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Lubnanî yên ku nobetê digirin ber bi aliyê gulebaranê ve gule berdane û di pevçûnê de leşkerek birîndar bûye û leşkerê birîndar jî ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin.
Hat diyarkirin ku yekîneyên leşkerî yên Lubnanê yên li herêmê tevdîrên ewlehiyê girtin û derbarê bûyerê de şopandina pêwîst hat kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li sînorê Sûriye-Lubnanê pevçûn: Leskerek birîndar bû
03 rbn 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin