Li ser malpera Koska Spî ji bo ‘Rojava’ kampanyaya îmzeyan
PeyamaKurd - Piştî biryara vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê, li ser malpera Koşka Spî ji bo bikeve rojeva karbidestên Koşka Spî kampanyayeke îmzeyan hat destpêkirin.
Ji bo vê kampanyaya bi navê (Don't Let ROJAVA Become Another Yemen) pêwîstî bi 100 hezar îmzeyan heye daku bikeve rojeva Koşka Spî.
Di sernavê kampanyayê de tê gotin, “Destûrê nedin Rojava jî bibe Yemeneke din’ û tê diyarkirin, li demeke ku tawanên şer ên Tirkiyê li Efrînê hatine belgekirin û gefên operasyonê tên xwarin rêveberiya Trump dixwaze leşkerên Amerîkayê ji Rojava vekişîne.
Herwiha tê gotin, “Heger Tirkiye operasyonekê li ser Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê (Bakurê rojhilatê Sûriyê) pêk bîne, dê encamên gelekî xerab derkevin holê ku em dixwazin rê li ber bê girtin.”
Di nivîsa kampanyayê de tê xwestin Tirkiye bi Kurdên Bakurê Kurdistanê re gotûbêjên siyasî bide destpêkirin û bang li Trump û Kongreya Amerîkî tê kirin berî ku dereng bimînin ji bo parastina Rojava bikevin tevgerê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin