Ji bo emojiya 'Ala Rengîn' kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

25 mijdar 2019 17:55
Ji bo emojiya 'Ala Rengîn' kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

PeyamaKurd – Kurdan ji bo ku di nava emojiyan de Ala Kurdistanê (Ala Rengîn) jî hebe kampanyayeke îmzeyan hat destpêkirin.

Li ser malpera change.org kampanyaya îmzeyan hat despêkirin û di metnê kampanyayê de hat gotin ku “zêdetirî 40 milyon Kurd hene ku dixwazin di telefonên (Spmartphone) xwe de emojiya Ala Rengîn hebe.”

Li seranserê cîhanê nifûsa gelê Kurd digihîje 50 milyonî. Lewra eger Kurd bi awayekî xurt beşdarî vê kampanyayê bibin dê emojiya Ala Kurdistanê li platformên medya civakî û smartfonan de were zêdekirin.

Kesên ku dixwazin dikarin bi rêya vê lînkê piştgiriyê bidin kampanyayê.

http://chng.it/YGKYDH6CW4