Li ser malpera Koska Spî ji bo Rojava kampanya hat destpêkirin

08 cotmeh 2019 22:18
Li ser malpera Koska Spî ji bo Rojava kampanya hat destpêkirin

PeyamaKurd - Li ser malpera Koşka Spî ya Amerîkayê, ji bo piştevanîya Rojavayê Kurdistanê û betalkirina fermana Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. 

Di nivîsa bangewaziyê ya li ser malpera Koşka Spî de tê gotin, "Kurdan, bêyî ku ferq û cudahiyê bixin navbera kesî, xelk parastin. Niha jî mijûlî avakirina demokrasiyê li deverekê ne ku tê de demokrasî nîne. Ji ber wê jî divê Amerîka piştevaniya miletê kurd bike. Tirk dixwazin li hember kurdan jenosîdê bikin. Divê em herin ser sînor rawestin û wan biparêzin, ne ji ber Trump û kesekî dîn mîna Erdogan vekişin!"

Heger hejmara îmzeyan bigihîje 100 hezarîan ew mijar dikeve rojeva Koşka Spî yan jî Kongra Amerîkayê neçar dibe civîneke awarte li ser wê mijarê saz bike.

Wê kampanya heta 6ê meha Mijdarê berdewam bike ku lînka wê kampanyayê li jêr e.

Kurdan mirovahî parast, divê em destûrê nedin...