Li ser avakirina 3 xalên hevbes li Eyn Îsayê HSD, Rûsya û Sûriye gihistin rêkeftinê

09 berfanbar 2020 15:30
Li ser avakirina 3 xalên hevbes li Eyn Îsayê HSD, Rûsya û Sûriye gihistin rêkeftinê

PeyamaKurd – Li ser avakirina 3 xalên hevbeş li Eyn Îsayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê gihiştin rêkeftinê.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, HSD, Li baregeha Rûsî ya li Eyn Îsayê, Hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê ji bo çavdêrîkirina agirbestê û rê li ber êrîşên çekdarî yên ji aliyê komên çekdar û artêşa Tirkiyê bigirin û 3 xalên hevbeş li wê herêmê ava bikin, civiyan û gihiştin rêkeftinê.

Her du hefteyên dawî, komên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê Eyn Îsa û derdora wê bi awayekî zêde topbaran dikirin û car caran jî şer û pevçûn derdiketin.

Nahiya Eyn Îsayê, ser bi herêma Girê Sipî ve ye. Li ser rêya navdewletî M4 e û 55 K.M, li bakurê Reqayê dikeve.

Berî çend rojan fermandarên Rûsî di civînekê de ji HSDê re destnîşan kiribû, ku gefên Tirkiyê li ser Eyn Îsayê cidî ne û Tirkiye dixwaze wî bajarî bigire.

Herwiha fermandarên Rûsî pêşniyaz li HSDê kiribû, ku wek li Heseke û Qamişlo, çarkoşeya ewlehiyê li Eyn Îsayê ava bikin û dezgehên Hikûmeta Sûriyê û yên Rêveberiya Xweser lê bêne danîn, bi merca ku ala Sûriyê li ser dezgehên Rêveberiya Xweser bê bilindkirin.