Li Samarayê hêrisî malekê kirin: 6 endamên malbatê can dan

21 tebax 2024 19:00
Li Samarayê hêrisî malekê kirin: 6 endamên malbatê can dan

PeyamaKurd - Li bajarê Samara yê parêzgeha Selahedînê ya Iraqê di hêrişeke çekdarî ya li dijî malekê de 6 kesên ji heman malbatê canê xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ku ji jêderên ewlehiyê yên Samarayê hatine wergirtin, bûyer li taxa Abbasiye ya bakurê Samarayê pêk hatiye.

Gelek çekdarên ku cil û bergên leşkerî li xwe kirine avêtin ser malekê û hemû endamên malbatê kuştine.

Jêderan da zanîn ku piştî kuştina hemû endamên malbatê, koma hêrişkar reviyne bi cihekî nediyar.

Hêzên ewlehiyê ji bo girtina kujeran li herêmê dest bi operasyonê kirin.

Li daneyên fermî yên Iraqê, ji ber bêkarî, hejarî û madeyên hişber û herwiha nebûna aramî û ewlehiyê, li Iraqê, di meha Pûşperê de rêjeya tawanan ji sedî 50 zêde bûye.