Li Sêrtê qezaya trafîkê: Mînîbûsa karkeran kete serampolê
29 mijdar 2025 13:13
PeyamaKurd – Li navçeya Şêrwanê ya Sêrtê, mînîbûsa ku karkerên madenê vediguhestin, ji ber windakirina kontrola dîreksiyonê wergeriya û kete şerampolê (newalekê). Di encama qezayê de 15 karker birîndar bûn.
Piştî agahdarkirina rayedaran, tîmên AFAD, UMKEyê, agirkujî, cendirme û tenduristiyê demildest sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên rizgarkirinê karkerên ku di nav wesayîtê de asê mabûn derxistin.
Hat ragihandin ku rewşa 2 karkeran giran e. Hemû birîndar (15 kes) piştî mudaxeleyên ewil bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Qeyûmê saredariya Sêrtê 36 karkeran ji ser kar derxist
14 sbt 2025
Cîhan
Çemçemal | Di qezaya trafîkê kesekî can da
13 brf 2024
Jiyan
Li Ankara di qezaya trafîkê de 6 kes mirin 3 kes birîndar bûn
11 brf 2021
Magazîn
Hunermendê Kurd di qezaya trafîkê de can da
24 mjd 2018
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin