Li Rûsyayê balafirek ji pîstê derket!
01 îlon 2018 14:39
PeyamaKurd- Li Rûsyayê li bajarê Soçiyê balafirek ji pîstê derket û şemitî ber bi çêm ve. Piştî ku balafir kete çêm de agir pê ket.
Hat ragihandin ku balafireke rêwiyan ya tîpê Boeing 737 ya eydê “Rêhewayên Utairê” ji Moskowê rabû. Balafirê xwest ku li balafirgeha Soçiyê dakeve. Lê belê balafir ji pistî şemitî û kete nava çemekî de û agir pê ket. Di encama qezayê de herî kêm 18 kes birîndar bûn.
Wezîra Tendurustiyê ya Rûsyayê Veronîka Skvortsova di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku heta niha sê jê zarok tevde 18 birîndar hene. Lê kesekî mirî nîn e. Agir jî ji aliyê agirtefan ve hate vemirandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Balafira kargo ya Rûsî ji pîstê derket: 8 tê de bûn
26 adr 2025
Cîhan
Jet a ji ser pîstê derket qeza kir: Kesekî mir û 4 kes birîndar bûn
11 sbt 2025
Cîhan
Li Diyarbekirê balafir ji pîstê derket
30 brf 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin