Di rapirsiya Kurdistanê de li Rûsyayê ji sedî 60 dengê erê derket

04 îlon 2019 15:58
Di rapirsiya Kurdistanê de li Rûsyayê ji sedî 60 dengê erê derket

PeyamaKurd – Televizyona nîfermî ya Rûsyayê Russia Today (RT) derbarê Serxwebûna Kurdistanê rapirsiyek kir û di encamê de ji sedî 60ê beşdaran piştgirî da.

Piştî ku di sal di ser Referandûma Serxwebûna Kurdistanê re derbas bûn, televizyona nîfermî ya Rûsyayê Russia Today (RT) derbarê Serxwebûna Kurdistanê rapirsiyek kir.

Di rapirsiyê de, nêzîkî sê milyon kesan deng dan û pirsa ‘Gelo hûn piştgiriyê didin Rêveberiya Herêma Federal a Kurdî?’ bersivandin. Di encama rapirsiyê de derket holê ku,  jî sedî 60ê beşdaran gotiye ‘erê û em piştgiriyê dane Rêveberiya Herêma Kurdistanê.