Li Rojhilatê Kurdistanê ser di navbera Pêsmergeyên PDK-I û Îranê derket
25 hezîran 2020 16:20
PeyamaKurd - Li Pîranşarê Rojhilatê Kurdistanê di navbera Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Artêşa Pasdarên Îranê de şer derket.
Li gor zanyariyên Fermandeya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya ser bi PDK-I “ Roja çarşemê di 6ê êvarê de, desteyek cehş û pasdarên rêjîma Îranê, li navbera Dola Meydan û Xolserê bi mebesta êrîşkirina hêzên Pêşmerge, tixûbê di navbera Pîranşar û Helgurd derbas kirin. Paşê şer di navbera wan de destpê kir. Ew hêzên ser bi supaya pasdaran, ber bi binkeyên xwe ve reviyan”
Supayê Pasdarên Îran ti daxuyaniye di derbarê vî şerê li ser tixûbê Pîranşar de belav nekiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetirî 20 kesan hatin girtin
06 îln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin