Li Rojhilatê Kurdistanê ser derket: 3 kes mirin!

24 hezîran 2018 14:37
Li Rojhilatê Kurdistanê ser derket: 3 kes mirin!

PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li herêma Kurdistanê, di navbera muhafizên hidûdan yên Îranê û komeke çekdar de şer derket. Di encama şêrr de yek jê leşker tevde 3 kes hatin kuştin. 3 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên Ewlehiya Îranê ragihandin ku li ser hidûdê Rojhilat-Başûrê Kurdistanê li herêma Hacî Omeran di navbera muhafizên hidûdan yên Îranê û komeke çekdar de şer derket. Di şêrr de leşkerekî Îranê hate kuştin û yek jî birîndar bû. Ji koma çekdaran jî 2 kes hatin kuştin.

Heta niha nehatiye eşkerekirin ku koma çekdar girêdayî kîjan rêxistinê ye.