Li Rojhilatê Kurdistanê 9 Kurd hatin revandin!

19 cotmeh 2018 18:03
Li Rojhilatê Kurdistanê 9 Kurd hatin revandin!

PeyamaKurd- Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Sinê, Merîvan û Urmiyê  9 Kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatin revandin.

Di derbarê bûyeran de Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê (Hengaw) daxuyaniyek da. Hat ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên Sinê, Merîvan û Urmiyê hêzên ewlehiya Îranê bi şubheya “eleqeya bi partiyên Rojhilatê ve” 9 Kurd revandin. Kesên ku hatine revandin, birine cihekî neeşkere.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê (Hengaw) di mehekê de 80 Kurd ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine girtin.