Li Rojhilata Kurdistanê di encama teqîna mayinekê de 3 kesan can dan
18 tîrmeh 2020 14:11
PeyamKurd - Di teqîna mayineke li bajarê Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê de 3 kesan can dan.
Şeva borî li devera Helt ya bajarokê Mêhran li bajarê Îlam, mayineke şerê Îran û Iraqê teqiya.
Li gorî agahiyan, di wê teqînê de 3 sivîlan can dan û yek jî birîndar bû.
Ew kesên ku can dane ev in: Selîm Taras, Çirax Ebdî û Hadî Umîdî. Navê kesê birîndar jî Mehdî Umîdî bûye û hemû jî xelkê nahiya Melekşahî ya Îlamê ne.
Medyaya Îranê dibêje, ew teqîn li nav xaka Iraqê de çêbûye lê çavkaniyên herêmî vê yekê red dikin û dibêjin, teqîn li nav xaka Îranê de bûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Di encama teqîna mayinekê de sivanekî can da
01 rbn 2022
Jiyan
Encama hilbijartinên Iraqê û Herêma Kurdistanê ya fermî hat ragihandin
17 mjd 2025
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin