Li Rojavayê Kurdistanê 2 kesên din ji koronayê can dan
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 7 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî can daye.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku 7 kesên din ên bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine 3 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 3 kes jî li Minbicê ne.
Hat diyarkirin ku 2 kesan jî ji koronayê can daye û 3 kes jî baş bûne.
Hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bin vîrûsa koronayê ketine gihîşt 8579 kesan, ya mirinan bû 306 kes û heta niha 1236 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin