Li Rihayê teqîn: 5 kes birîndar bûn
Li navçeya Xelîlî’ya bajarê Rihayê di teqînekê de ku piştî rijandina madeya paqijkirina boriyan nav kanala avê ya depoya marketekê de pêk hat, pênc kes birîndar bûn.
RûpelNews - Di dema xebatên nûjenkirinê yên li depoya marketekê ya li taxa Ahmet Yeseviyê de, madeya paqijkirina boriyan hatibû rijandin nav kanala avê.
Di encama reaksiyona kîmyewî ya ku li pey wê çêbû, teqînek pêk hat.
Piştî agahdarkirinê, tîmên AFAD, agirkujî, polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Pênc kesên ku di teqînê de birîndar bûbûn, rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Di pîvandinên ku tîmên AFADê bi karanîna amûrên MultiRAE pêk anîn de, gazeke jehrî ya ji reaksiyonê derketibû û asta wê ji sînorên normal derbas dibû hat tespîtkirin; piştre jî hewaya cihê bûyerê hat guhertin.
