Li Qamislo sivîl bûn hedefa topbaranê: Kustî û birîndar hene
11 cotmeh 2019 20:16
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro car din artêşa Tirkiyê navenda bajarê Qamişloyê topbaran kir û li gor çavkaniyên herêmê, di toprabarana îro de sivîlek hatiye kuştin 3 kes jî birîndar bûne.
Hat zanîn ku artêşa Tirkiyê îro taxa Zeytûne û gundê Sêgirka yên Qamişlo topbaran kirine û sivîlên birîndar bûne jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Herwiha doh jî di encama topbarana Tirkiyê de, li Qamişlo sivîlekî bi navê Beşîra mihemed Kebûş hatibû kuştin û 7 kesên sivîl ên din jî birîndar bûbûn.
Li aliyê din Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî îro ziyanên sivîl li Qamişloyê red kirin û got ku ti hêzên wan li dorûbera Qamişloyê nînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li ser rêya Qamislo – Amûde êrîseke bi dronê çêbû: Kustî û birîndar hene
18 îln 2023
Cîhan
Li Qamislo êrîsa bi dronê: Otomobîleke sivîl hat bombe kirin
22 sbt 2023

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin