Li Qamislo otomobîlek hate bombe kirin

22 cotmeh 2023 19:07
Li Qamislo otomobîlek hate bombe kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Yekşemê danê nîvro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li nêzî dorhêla El-Quwetlî otomobîlek hate bombe kirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandine ku droneke Tirkiyeyê otomobîlek li nava bajarê Qamişlo li ser rêya Kornîş li nêzî dorhêla El-Quwetlî bombebaran kir.

Li gorî zanyariyan, otomobîla hatiye armanckirin wesayîteke leşkerî ye û guman heye ku kesên di nav de bûn, can dabin.

Hêj derbarê bûyerê de, ji aliyê Rêveberiya Rojava ve daxuyanî nehatiye dayîn.