Li Paytextê Rûsyayê tirimbêlekê da nav qelebalixê
PeyamaKurd – Li Moskovaya paytextê Rûsyayê tirimbêlekê da nav qelebalixê di encama bûyerê de 7 kes birîndarbûn.
Li Moskovaya Paytextê Rûsyayê ku mazûvaniya organîzasyona Cama Cîhanê a Topapê dike, erebeyekê di nava bajêr de da ser qelebalixê. Li gor agahiyên pêşî 7 kes birîndar bûne.
Rêvebirên ewlehiya Rûsyayê li ser vê yekê disekinin ku ajotvan kontrol winda kiriye.
Li gor şahidhalan ajovan piştî bûyerê reviyaye lê ji aliyê ewlekariyê ve hatiye girtin û ew binçav kirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin