Li Nisêbînê otomobîla di rêya xwe de diçû agir pêket.

18 tebax 2021 01:29
Li Nisêbînê otomobîla di rêya xwe de diçû agir pêket.

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navçeya Nisêbînê otomobîla li ser rêya transît ya navbera Nisêbîn û Cizîrê de diçû, agir pêket. Ajotvan  Yücel Yıldız dît ku agir bi motora otomobîlê ketiye û yekser rawestiya û xeberê da tîmên îtfaiyê.

Îtfaiye agir vemiran lê di otomobîlê de tişkerî bê bikaranîn nema. Bo demekî rê hat girtin lê piştî enqaza otomobîlê ji nav rê rakirin, çûnûhata rê bû weka berê.