Li nêzîkî Rodosê 122 koçber hatin desteserkirin

08 tebax 2022 14:00
Li nêzîkî Rodosê 122 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li nêzîkî Rodosê, 122 koçber piştî ku keştiya wan ket tengasiyê hatin girtin.

Parastina peravên Yûnanîstanê diyar kir, koçberên ku ji welatê cîran Tirkiyê bi rê ketibûn, roja Şemiyê ji aliyê keştiyeke barhilgir ya bi ala Giravên Marshall ve hatin wergirtin.

Herwiha hat eşkerekirin, koçber paşê ji bo keştiyeke dewriya parastina peravên Yunanîstanê hatin veguhestin û ew birin girava Kosê.